Li Serê Kaniyê cendirmeyan li ser sînor ciwanek kuşt

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, kesek ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

6 Adar 2024 - 02:47
6 Adar 2024 - 02:47
 0
Li Serê Kaniyê cendirmeyan li ser sînor ciwanek kuşt

Herwiha kesek jî birîndar bû û 12 kesên din jî hatin desteserkirin.

Polîsên Leşkirî yên ser bi Tirkiyeyê ve ragihand ku li bajarokê Mebrûkeyê dema hinek kesan dixwest sînor derbas bikin, cendirmeyan gule li wan reşandin.

Di encamê de kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî Polîsên Leşkirî kesê hatiye kuştin 28 salî ye, navê wî Wezah Şilhum e.

Termê kesê kuştî û yê birîndar veguhastin nexweşxaneya li Serê Kaniyê.

Herwiha hat zanîn ku 12 kes jî hatin desterserkirin.

Navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Çiriya Pêşîna 2019an ve ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Ev nûçe bi tevahî 873 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:29:38