Li ser razemendiya Mesrûr Barzanî nêzîkî 8 milyar dînar ji bo Hewlêrê tê xerckirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pejirandiye ku nêzîkî 8 milyar dînar bo projeyên xizmetguzariyê bo parêzgeha Hewlêrê bê xerckirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pejirandiye ku nêzîkî 8 milyar dînar bo projeyên xizmetguzariyê bo parêzgeha Hewlêrê bê xerckirin.
Daxuyaniyê de hat gotin: “Di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê de û bi berçavgirtina berjewendiya giştî li parêzgehên Herêma Kurdistanê û bidestanîna jîngeyeke paqij û ragirtina rûyê bajaran, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pejirand ku 8 milyar û 871 milyon dînar ji bo encamdana projeyên paqijiyê û veguhestin û sergirtina zibil li sînorê parêzgeha Hewlêrê bê xerckirin.”
Herwaha hat ragehandin: “Ew pare li ser budceya rêveberiya giştî ya şaredariyên Hewlêrê dê bê xerc kirin.”
Nûvekirina herî dawî: 01:08:48