Li ser rêya Amed û Mêrdînê teqîn

Li ser rêya di navbera Amed û Mêrdînê de dema ku leşkerên artêşa Tirkiyê kontrola mayînan dikir teqînek pêk hat.

15 Adar 2017 - 03:47
15 Adar 2017 - 03:47
 0
Li ser rêya Amed û Mêrdînê teqîn

Li ser rêya di navbera Amed û Mêrdînê de dema ku leşkerên artêşa Tirkiyê kontrola mayînan dikir teqînek pêk hat.

Li gorî zanyariyên berdest li ser rêya Amed û Mêrdînê di veqetandeka rêya navçeya Şemrexê de dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşker hatin kuştin.

Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya li ser rêya Amed û Mêrdînê ya veqetandeka sêrêya navçeya Şemrexê de teqînek pêk hat.

Hat ragihandin ku di rêya navbera Amed û Mêrdînê de li herêma sêrêya navçeya Şemrexê dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqemeniya ku berê hatibû binerdkirin bi qumandayê hat teqandin. Li gorî çavkaniyên herêmê gelek ambulans sewkî cihê bûyerê kirin. Li gorî agahiyên berdest 2 leşkerên artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan.

Ev nûçe bi tevahî 1680 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:56:25