Li Sêrtê di bûyereke trafîkê de zarokekî canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê dû otomobîl li hev ketin û di encam de zarokekî 12 salî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

21 Hezîran 2023 - 05:35
21 Hezîran 2023 - 05:35
 0
Li Sêrtê di bûyereke trafîkê de zarokekî canê xwe ji dest da

Li gor agahiyan, li ser rêya Sêrtê îro 21ê Hezîranê dû otomobîl li hev qelibîn e û di bûyerê de 4 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs, Berevaniya Şaristanî û AFADê bo cihê bûyerê hatin şandin. Her çar birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatine veguhestin.

Lê Muhammed Sevinç ê 12 salî tevî hemû hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 658 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:29:51