Li Sîdekan du şivan bi teqeyên hêzên Tirkiyê birîndar bûn
Li navçeya Sîdekan du şivan di dema çêrandina pezên xwe de bi teqeya hêzên Tirkiyê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li gor zanyariyan, îro Înê 13ê Çileya 2023an, di demjimêr 13:00ê de, li gundê Xelîfan, di dema çêrandina pezên xwe de, du welatiyên bi navên Lazim Murad Hemedemîn û Behzad Awdî Yûsif ku xelkê gunêd Xelîfan yê li sînorê navçeya Sîdekan in, birîndar bûn.
Qaymeqamê Navçeya Sîdekan yê bi wekalet Îhsan Çelebî ji Kurdistan24ê re ragihand, rewşa tendirustiyê ya herdu şivanên birîndar baş e û bo nexweşxaneyê hatine gihandin.
Îhsan Çelebî eşkere kir: “Ew herdu şivan ji ber teqeyên hêzên Tirkiyê birîndar bûne.”
Nûvekirina herî dawî: 21:00:34