Li Silêmaniyê qeza: Bav û kur canê xwe ji dest dan

Li ser rêya navçeyên Şarezûr û Seyd Sadiq ên Slêmaniyê du otomobîl lihev qelibîn di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

21 Tîrmeh 2023 - 11:37
21 Tîrmeh 2023 - 11:37
 0
Li Silêmaniyê qeza: Bav û kur canê xwe ji dest dan

Berpirsê Birêveberiya Hatûçûnê yê navçeya Şarezûrê Muxtar Hisên ji ajansa Rûdawê re ragihand ku qeza li nêzî gundê Mehmûd Xanê qewimiye.

Hisên da zanîn ku di encama lihevketina du otomobîlan de bav û kur jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha hat ragihandin ku di heman bûyerê 7 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê Birêveberiya Hatûçûnê yê navçeya Şarezûrê ragihand ku birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 691 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:02:42