Li Şirnexê di bûyerekê de 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li ser rêya Silopî û Cizîrê otomobîlek û barhilgirekê li hev dan û di encam de 4 kesan canê xwê ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne.

19 Berfanbar 2022 - 09:53
19 Berfanbar 2022 - 09:53
 0
Li Şirnexê di bûyerekê de 4 kesan canê xwe ji dest dan

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, îro Duşemê 19ê Kanûna 2022an li ser rêya di navbera navçeyên Silopî û Cizîrê de li herêma Nêrdûşê otomobîlek û barhilgirekê li hev qelibîne

Di bûyerê de 4 kesên bi navên Zafer Ustev, Nurettin Ustev, Orhan Bayram û Melih Kirmizigul li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Herwiha di encama bûyerê de kesek bi navê Kadir Çapin û Nursait (Zana) Edis jî bi giranî birîndar bûne.

Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatiye veguhestin.

Li gor agahiyan, rewşa tendirustî ya yek ji birîndaran jî di metirsiyê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 837 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:00:50