Li Mûşê bo 13 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bo dema 13 rojan hemû çalakî, xwepêşandan û daxûyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

19 Berfanbar 2022 - 09:52
19 Berfanbar 2022 - 09:52
 0
Li Mûşê bo 13 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Parêzgariya Mûşê ragihand ku ji roja Duşemê 19ê Kanûna 2022an heta roja Şemiyê 31ê heman mehê hemû çalakî, xwepêşandan û daxûyaniyên çapemeniyê bo dema 13 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariyê, operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê bi hinceta gerîlayên PKKê li navxwe û derveyî sînor berdewam in û di vê çarçoveyê de bi armanca astengkirina çalakiyên wek meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê û vedana çadir û standan bo dema 13 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. Ev di demekê de ye li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda hemû çalakî tên qedexekirin û ew qedexe jî berdewam tên dirêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 556 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:55