Li Şirnexê heta piştî hilbijartinan qedexe hate ragihandin

Parêzgariya Şirnexê navçeyên Cûdî, Gabar, Faraşîn û Bestayê heta piştî hilbijartinên 14ê Gulanê ji hatinûçûnê re qedexe kir.

1 Gulan 2023 - 05:54
1 Gulan 2023 - 05:54
 0
Li Şirnexê heta piştî hilbijartinan qedexe hate ragihandin

Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ji bo parastina nîzama civakî, asayîşa netewî û ewlekriyê û nehîştina bûyerên tundiyê, navçeyên Cûdî, Gabar, Faraşîn û Bestayê, heta 15 rojan wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin û divê welatî ji bo ewlekariya mal û canê xwe neçin wan navçeyan.

Li navçeyên ku wekî herêmên ewlekariyê hatine ragihandin, zêdetir caran operasyonên serbazî li dijî gerîlayên PKKyê tên bi rê ve birin.

Ev nûçe bi tevahî 645 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:33:36