Li Şirnexê şerê du grûpan: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.c

23 Adar 2023 - 03:56
23 Adar 2023 - 03:56
 0
Li Şirnexê şerê du grûpan: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

Li gor agahiyan roja Çarşemê 22ê Adara 2023an li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji ber li ser zeviyê lihev nekirine di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbûye û di encam de kesê bi navê Hasan Û. Li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo nexxweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan girêdayî bûyerê 12 kes hatine desteserkirin

Ev nûçe bi tevahî 1069 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:39