Li Soranê agir bi şevîmaneke xwendekaran ket: 14 kesan canê xwe ji dest da
Li navçeya Soranê ya Hewlêrê agir bi şevîmanekê ket.

Li gorî agahiyên Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar, li taxa Cundiyaniyê ya Soranê agir bi şevîmaneke ku xwendekar û mamoste lê diman ket.
Hat ragihandin di avahiya li ser rêya Soran-Çomanê de xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Soranê lê dijiyan û 14 kesan canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Soranê ragihand ku gelek kes di hundirê avahiyê de asê mane û nikarin derkevin.
Li gorî zanyariyan ji ber ku şewat li hemû avahiyê belav bû mudaxelekirin jî zehmet bûye.
Di daxuyaniya Rêveberiya Tenduristiyê ya Soranê de hatibû ragihandin ku 14 xwendekar û mamosteyan canê xwe ji dest daye û 4 jî birîndar bûne.
Nêzîkî saetekê piştî bûyerê, Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Soranê ji Rûdawê re ragihand ku agir hatiye kontrolkirin û kes di nav avahiyê de nemaye.
Nûvekirina herî dawî: 21:39:08