Li Soranê li şûna pirojeyeke niştecihbûnê 174 teqemenî hatin dîtin
Li Îdareya Serbixwe ya Soranê 174 teqemenî ji paşmayên şer di pirojeyeke niştecihbûnê de hatin dîtin.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayinan di daxuyaniyekê de ragihand, tîmên wan 174 teqemenî li gundê Dêlziyan ê ser bi Soranê navçeya Soran dîtin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mayinan da zanîn jî, dîroka wan teqemeniyan vedigere serdema rêjîma Beis a rûxiyayî.
Da zanîn jî, Teqemenî bi awayekî ewle bo embara sereke ya Rêveberiya Giştî hatin veguhestin ji bo jinavbirina wan di dema guncaw de.
Nûvekirina herî dawî: 02:50:20