Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê gazê %30 hat zêdekirin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30 û bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 hat zêdekirin.

Saziya gazê BOTAŞê, bihayên meha Hezîranê yên gaza ji bo mal, pîşesazî û berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn nûjen kir.
Li gor bihayên nû hezar metresêca gaza malan ji 2 hezar û 511 lîre derket 3 hezar û 264 lîreyan. Hezar metresêca gaza pîşesaziyê jî ji 9 hezar û 450 lîre bo 10 hezar û 416 lîreyan hat bilindkirin. Herwiha hezar metresêca gaza ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn ji 10 hezar û 750 lîre derket 12 hezar û 500 lîreyan.
Li gor bihayên nû bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30, bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 û bihayê gaza ji bo berhemanîna elektrîkê tê bikaranîn %17 hat zêdekirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sala 2022ê bihayê gazê %100 zêdetir hat zêdekirin.
Herî dawî meha Nîsana 2022ê bihayê gaza malan %35, bihayê gaza di pîşesaziyê de tê
Nûvekirina herî dawî: 00:39:10