Agirî; Termê zarokê ketibû ber lehiyê hat dîtin

Zarokekî temen heşt salî yê bi navê Devran Ozturk ku di lehiya doh a li navçeya Bazîd a Agiriyê wenda bûbû, îro termê wî hat dîtin.

1 Hezîran 2022 - 05:59
1 Hezîran 2022 - 05:59
 0
Agirî; Termê zarokê ketibû ber lehiyê hat dîtin

Doh Sêşembê 31ê Gulana 2022ê li bajarokê Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bariya û lehî rabû.

Vê jî wiha kir ku malbatên li taxên wan asta avê zêde bû, malên xwe vala bikin. Zirar gehişte hejmarek xanî û çend gundên derdorê jî.

Her di dema lehiyê de li gundê Birnêreşê zarokekî temen 8 salî bi navê Devran Ozturk wenda bû.

Welatiyan dest bi gera bi pey zarok de kirin û serê sibeha îro Çarşembê 1ê Hezêrana 2022an termê zarok li nêzîkî gund dîtin.

Tîmên şaredariyê û çend rêxistin gihiştin bajarokê Bazîd û derdora wê û zirar û ziyanên welatiyan tomar dikin.

Îsal çend caran lehiyê zirar gihandiye hejmarek navçeyên Bakurê Kurdistanê. Rojên 6 û 7ê Nîsana 2022ê lehî li çend cihên parêzgeha Qersê rabû.

Ji ber lehiyê li ser rêya serekî ya Qaqizman-Selîm û Selîm Îstasyonê trafîk hat rawestandin. Herwiha geştên trên û barhilgiran jî di navbera Erzerom-Qersê de rawestiyan.

Ev nûçe bi tevahî 1032 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:04:34