Mesrûr Barzanî pîrozbahî li salvegera damezrandina YNKê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bi boneya 47emîn salvegera damezrandinê, pîrozbahî li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Di vê salvegerê de em tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin ji bo dakokîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ez pîrozbahî li serkirdetî û endam û alîgirên YNKê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê.
Ez hêvîdar im Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke beşdareke sereke ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel hêz û aliyên din ên Kurdistanê, piştevana bihêz a hikûmetê bin ji bo cîbicîkirina karnameya xwe, da ku bikare xizmeteke hêjayî xelkê Kurdistanê bike.
Di vê salvegerê de em tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin ji bo dakokîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nûvekirina herî dawî: 09:31:09