Li Wan û Colemêrgê berf bariya û mij çêbû

Li bajarên Li Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê berf barî û mij çêbû.

13 Berfanbar 2023 - 10:28
13 Berfanbar 2023 - 10:28
 0
Li Wan û Colemêrgê berf bariya û mij çêbû

Li Wanê du roj in barana gur dibare, li deverên bilind jî berf dibare.

Li ser rêya Wan û Colemêrgê serê sibehê berfê dest pê kir û mij çêbû, şofêr ketin tengasiyê.

Li herêmê barîna berfê didome û ji bo tengasî çênebin ekîbên pêwendîdar li ser kar in.

Colemêrg

Li Colemêrgê ji duh ve bi navber berf dibare. Berfê li ser otomobîl, dar û baniyan girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên cih û warên bilind, dixebitin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî berfê navenda bajêr spî kir.

Welatiyê bi navê Husnu Yetîşmîş got ku berf îsal dereng bariya.

Ev nûçe bi tevahî 1025 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:48:15