Li Wanê 4 kes hatin girtin

Li parêzgeha Wanê, hefteya borî bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 9 kes hatibûn desteserkirin û 4 ji wan hatin girtin.

16 Cotmeh 2023 - 09:19
16 Cotmeh 2023 - 09:19
 0
Li Wanê 4 kes hatin girtin

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 9-15ê Çiriya Pêşînê de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 9 kes hatin desteserkirin û ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê hatin birin.

Piştî karên îfadeyê 9 kes ji Dadgeha Wanê re hatin şandin.

Dadgehê li ser 4 kesan biryara girtinê da.

Ev nûçe bi tevahî 1447 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:32:50