Rapirsi: Dengên CHP û AK Partiyê kêm bûne

ASALê ragihand ku rêjeya dengên CHPyê li gorî hilbjartina 14ê Gulana 2023an zêdetirî ji sedî 5 daketiye.

16 Cotmeh 2023 - 09:17
16 Cotmeh 2023 - 09:17
 0
Rapirsi: Dengên CHP û AK Partiyê kêm bûne

Kompanyaya Lêkolînê ya ASALê, encamên rapirsiya ku di navbera 5-10ê Çiriya Pêşîn de bi 2 hezar û 600 kesî re kiribû eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijiartin hebin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hat kirin.

Li gorî rapirsiyê dengên AK Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê kêm bûne û dengên YSP (HEDEP) û MHPyê zêde bûne.

Li gorî bersivan rêjeya dengê partiyan wiha ye:

Hilbijartinên 14ê Gulanê

AK Partî: ji sedî 34,5 ji sedî 36,30

CHP: ji sedî 20,2 ji sedî 25,80

MHP: ji sedî 12,1 ji sedî 9,8

YSP: ji sedî 9,8 ji sedî 9

ÎYÎ Partî: ji sedî 8 ji sedî 9,9

Yeniden Refah: ji sedî 3,6 ji sedî 2,9

Partiya Karkerên Tirkiyeyê: ji sedî 3 ji sedî 1,8

Zafer: ji sedî 2,7 ji sedî 2,2

Memleket: ji sedî 1,1 ji sedî 1

Yên din: ji sedî 5,0.

Ev nûçe bi tevahî 773 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:16