Li Wanê bi hinceta PKKê 4 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKê” 4 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di navbera 9 û 15ê Çileya 2023an de di çarçoveya lêpirsînên “PKK/KCK”ê de operasyon hatin kirin û 4 kes hatin desteserkirin.
Li gor daxuyaniyê, 4 kesên hatine desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê hatin veguhastin û derbarê wan de karên yasayî hatin kirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û gelek caran bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin
Nûvekirina herî dawî: 12:10:08