Li Wanê bi hinceta PKKyê 28 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 28 kes hatin desteserkirin.

26 Adar 2024 - 16:46
26 Adar 2024 - 16:46
 0
Li Wanê bi hinceta PKKyê 28 kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewelehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 17 û 24ê Adara 2024an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Li Wanê di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 28 kes hatin desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku derbarê kesên desteserkirî karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1146 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:54:27