Li Wanê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

13 Gulan 2024 - 13:42
13 Gulan 2024 - 13:42
 0
Li Wanê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 6 û 12ê Gulanê de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, siyasetmedarên Kurd, çalakvan û rojnamegeran desteser dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1169 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:20:35