Li Wanê şaredarên 3 qezayan hatin desteserkirin

Li Bakurê Kurdistanê, şaredarên 3 qezayên din ên di destê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) de hatin desteserkirin.

6 Berfanbar 2019 - 03:17
6 Berfanbar 2019 - 03:17
 0
Li Wanê şaredarên 3 qezayan hatin desteserkirin

Li gor zanyariyan, îro Înê serê sibê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, şaredarên herdê qezayên Bêgir,Qelqelî û Elbakê yên Wanê desteser kirine.

Hêj sedema desteserkirina wan şaredarên Kurd ên HDPyî nehatiye ragihandin.

Pêştir hevserokên 24 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de hatibûne girtin û hikûmeta Tirkiyê qeyûm li ser wan şaredariyan daniye.

Ev nûçe bi tevahî 1117 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:42:42