Li Xurmatûyê şerê di navbera eşîran de derket: 15 kuştî û birîndar
Li qezaya Xurmatûyê yê li parêzgeha Selahedînê, di şerê navbera eşîran de herî kêm 15 kes hatine kuştin û birîndarbûn.

Jêderekî ewlehiyê ji medyaya xwecihî re got, piştî nîqaşek di navbera du eşîran de, şeva borî li navçeya Xurmatûyê şerekî giran di navbera eşîran de derket.
Diyar kir jî, di şer de çekên curbicur hatin bikaranîn û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Wî jêderî got, hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve çûn û kuştî rakirin beşa dadweriyê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Nûvekirina herî dawî: 01:52:03