Li Yûnanistanê qezaya trenê: 32 kes mirin

Sibeha îro di encama qezaya trênê de li bakurê Yûnanistanê herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir ji 85 kes jî birîndar bûn.

1 Adar 2023 - 05:27
1 Adar 2023 - 05:27
 0
Li Yûnanistanê qezaya trenê: 32 kes mirin

Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yûnanîstanê AMNA'yê, îro li bakurê bajarê Larisa li herêma Tempî trena rêwiyan û treneke barhilgir li hev qelibîn.

Berpirsên Berevaniya Sivîl a Yûnanistanê ragihandine, di encama bûyerê de herî kêm 32 kes mirine û 85 kes jî birîndar bûne, ku birîna hinek kesan giran e.

Tîmên tendirustiyê birîndarên bûyerê rakirine nexweşxaneyan.

Piştî qezayê, rêwiyên trenê bi otobusan birin Selanîk, Larîsa û Kateriniyê.

Hatiye ragihandin di trêna IC 62 ya ku ji Atînayê diçû Selanîkê nêzî 350 rêwî hebûne.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê qezayê dewam dikin.

Ji ber qezayê, agir bi beşek ji vagonên trenekê ketibû, lê ji aliyê tîmên agirkuj ve agir hatiye vemirandin.

Ev nûçe bi tevahî 594 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:08:21