Êlih: Cenazeyên her sê zarokên ku li ber lehiyê çûbûn hatin dîtin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyên her sê zarokên ku xwişk û birayên hev bûn û li ber lehiyê çûbûn hatin dîtin.

20 Mijdar 2023 - 03:02
20 Mijdar 2023 - 07:27
 0
Êlih: Cenazeyên her sê zarokên ku li ber lehiyê çûbûn hatin dîtin

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî piştî baraneke gur li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdanê lehî rabû.

Li wan taxan beşeke cade, kolan, mal û dikanan di bin avê de man.

Li taxa Seyîdan jineke 54 salî ya bi navê Lalîxan Gulerê û 3 neviyên wê li ber lehiyê çûn û winda bûn, piştî demekê cenazeyê Lalîxan Gulerê hat dîtin.

Sê zarokên xwişk û birayên hev di navbera 1 û 9 salî de bûn.

Ji bo dîtina her sê xwişk û birayan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Hat ragihandin ku cenazeyên her sê zarokên bi navên, Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Gunerê vê sibehê di encama karûbarên lêgerînê de hatine dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 821 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:28:00