Erzerom: Zarokekî 11 salî traktor diajot: Kalekî 67 salî di bin de ma

Li navçeya Olîliyê ya parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê kesek di bin traktorekê de ma û canê xwe ji dest da.

27 Mijdar 2023 - 03:09
27 Mijdar 2023 - 03:09
 0
Erzerom: Zarokekî 11 salî traktor diajot: Kalekî 67 salî di bin de ma

Li taxa Gazîlerê ya navçeya Olîliyê ya Erzeromê doh traktora ku zarokê 11 salî yê bi navê F.Ş. şofêriya wê dikir ji bo ku li otomobîlekê neqelibe xwe da aliyê çepê.

Di wê demê de Orhan Kamaciyê 67 salî ku li pêşiya traktorê siwar bûbû ket û di bin lastîkê traktorê de ma û canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman zarokê 11 salî F.Ş. desteser kir û ew bir navenda cendirmeyan.

Ev nûçe bi tevahî 1034 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:57:52