Mêrdîn- Bo 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Li bajarê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

29 Mijdar 2022 - 15:39
29 Mijdar 2022 - 15:39
 0
Mêrdîn- Bo 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ji bilî çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên parêzgeha Mêrdînê de ji 30yê Mijdarê demjimêr 00:01 heta 14ê Kanûnê demjimêr 24:00, ji bo 15 rojan, hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, "hemû çalakiyên wekî kombûn, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vedana konan, vekirina standan û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 30yê Mijdarê demjimêr 00:01 heta 14ê Kanûnê demjimêr 24:00, ji bo 15 rojan hatine qedexekirin".

Ev nûçe bi tevahî 542 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:58:47