Mêrdîn: Hevjîna xwe ya dêya 4 zarokan kuşt, hewl da xwe jî bikuje

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê hevjîna xwe kuşt, piştre hewl da xwe jî bikuje.

3 Cotmeh 2023 - 04:04
3 Cotmeh 2023 - 04:04
 0
Mêrdîn: Hevjîna xwe ya dêya 4 zarokan kuşt, hewl da xwe jî bikuje

Bûyerê şevê din li taxa Koçhîsarê ya navçeya Qoserê rû da.

Li gorî agahiyan, di navbera hevjînên bi navên O.D. (42) û S.D. (36) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê jî O.D. û S.D. pev çûn.

O.D. gule li hevjîna xwe barandin û ew bi giranî birîndar.

Piştre jî hewl da bi heman çekê dawiyê li jiyana xwe bîne û bixwe jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du hevjîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Jina 36 salî ku dayika 4 zarokan bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiyê ya hevjînê wê jî ne baş e û li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.

Ev nûçe bi tevahî 918 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:42:17