Mesrûr Barzanî û Balyozê Awusturyayê li Iraqê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Çileya 2024an, pêşwazî li Balyozê Awusturyayê li Iraqê Andrea Nasî kir.

8 Çile 2024 - 10:15
8 Çile 2024 - 10:15
 0
Mesrûr Barzanî û Balyozê Awusturyayê li Iraqê civiyan

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin. Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên demdirêj û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Awusturyayê û piştevaniya welatê wî bo gelê Kurd di qonaxên cuda de kir.

Balyozê Awusturyayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê nîşan da û piştevaniya xwe bo qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê tekez kir.

Her du alî li ser parastina ewlehiya şandên dîplomatîk li Iraqê û berdewamkirina erkên wan ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.

Ev nûçe bi tevahî 654 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:34:45