Mesrûr Barzanî: Em berdewamiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatan tekez dikin
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja ziman û çanda Tikrmenî pîroz dike û dibêje: Em berdewamiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatan tekez dikin.

Bi helkefta roja ziman û çanda Tirkmenî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Roja ziman û çanda Tirkmenî pîrzo be”.
Herwesa Mesrûr Barzanî nivîsiye, “Em bi vê helkeftê pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina mafên tevaya pêkhatan û berdewamiya çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhatên Kurdistanê tekez dikin”.
Di rûniştina Perlemana Kurdistanê ya roja 25ê Berçileya 2019ê de, roja 25ê Şibatê wekî roja rojnamevaniya Tirkmenî û roja 17ê Mijdarê jî wekî roja fermî ya ziman û çanda Tirkmenî hatin nasandin û bi dengên piraniya perlemantaran hatin pejirandin.
Nûvekirina herî dawî: 04:35:02