Mesrûr Barzanî bi Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê re civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse re civiya.

14 Mijdar 2025 - 11:51
14 Mijdar 2025 - 11:51
 0
Mesrûr Barzanî bi Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê re civiya

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse kir.

Hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de kir.

Her wiha piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêztirkirina pêwendiyên dualî ducare kir.

Konsulê nû yê Urdinê yê Hewlêrê Ziyad Betarîse jî silav û rêzên Şah Ebdullahê Duyem û Serokwezîrê Urdinê gihandin Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re anî ziman

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:56