Serok Barzanî sersaxî li Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd kir

Serok Mesûd Barzanî doh 13ê Mijdara 2025an, bi peyamekê sersaxî li Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd kir, ji ber koça dawî ya birayê wî, Şemal Reşîd.

14 Mijdar 2025 - 11:50
14 Mijdar 2025 - 11:50
 0
Serok Barzanî sersaxî li Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd kir

Di peyama xwe de, Serok Barzanî xemgîniya xwe ya kûr nîşan da û sersaxî li Serokomar, malbat û xizmên wan kir.

Peyama Sersaxiyê ya Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya birêz Şemal Reşîd, birayê Dr. Letîf Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal, bihîst.

Ez sersaxiyê li birêz Dr. Letîf Reşîd, Serokomarê Iraqa Federal, malbat û xizmên wan dikim.

Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê xwedêjêrazî Şemal Reşîd bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.

Înna Lîllah we Înna Îleyhî Racîûn

Mesûd Barzanî
13ê Mijdara 2025an

 

Ev nûçe bi tevahî 33 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:51:12