Mesrûr Barzanî cejna Qewiltas li Kakayiyan pîroz kir: 'Ew beşeke resen a gelê Kurdistanê ne'

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya hatina cejna Qewiltas a Kakayiyan (Yarsanan), peyameke pîrozbahiyê belav kir û bal kişand ser dîroka xebat û têkoşîna vê pêkhateya resen.

5 Çile 2026 - 11:08
5 Çile 2026 - 11:08
 0
Mesrûr Barzanî cejna Qewiltas li Kakayiyan pîroz kir: 'Ew beşeke resen a gelê Kurdistanê ne'

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, roja Şemiyê 3yê Çileya 2026an, bi peyamekê pîrozbahî li civaka Kakayî ya li Kurdistan û cîhanê kir. Serokwezîr di peyama xwe de hêvî xwest ku ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê bo her kesî.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

"Bi boneya hatina cejna yarên Qewiltas, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ arasteyî hemû xwişk û birayên Kakayî (Yarsanan) yên li Kurdistan û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ku rojên cejnê di nava şahî û asûdeyiyê de derbas bikin.

Kakayî beşeke giring û resen a gelê Kurdistanê ne. Ew xwedî dîrokeke tijî xebat, têkoşîn û serwerî ne di nava tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de. Ez hêvîdar im ku Kakayî li gel hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê, her dem bi tebayî û di nava aştiyê de bijîn.

Cejna Qewiltas pîroz be, her di xweşî û kameraniyê de bin."

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:30:28