Mesrûr Barzanî: Divê hêzên navxweyî û welatî hevdu temam bikin
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmeha 2023an, ahenga derçûna Polîsa Hewlêrê ya taybet hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û tekez li ser wê yekê kir ku beşeke giring ji erkê polîs û hêzên ewlekariya navxweyî, parastina asayîşê, dabînkirina aştî û aramiyê, jinavbirina tawanan û şerê tawankaran e. Ya girîngtir jî ew e, çawa bi awayekî wekhev û dadperwerane û di çarçoveya yasa, rêzgirtin û parastina mafên mirovan de, bi welatiyan re tevbigerin û çawa binpêker û tawanbaran derdixin pêşberî dadgeriyê.
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ez pîrozbahiyên xwe yên germt pêşkêşî hemû derçûyên vê xuelyê dikim. Hêvîdar im ku xuleyên weha, bibib sedema zêdetir pêşdebirin, bihêzkirin û pêşxistina karînên karmendên polîsan.
Rêz û pêzanîna min a mezin bo hêzên asayîşa navxwe heye û destxweşiyê lê dikim, ji ber ked û xewnekirin, dilsozî û bikêrhatina wan, di cîbicîkirina erkên xwe ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê. Ez bi xwe şahidê xebat û xizmetguzariyên berçav ên polîs û hêzên ewlekariya navxweyî bûm ku bi fedakarî û di şert û mercên dijwar de erkên xwe pêk tînin.
beşeke giring ji erkê polîs û hêzên ewlekariya navxweyî, parastina asayîşê, dabînkirina aştî û aramiyê, jinavbirina tawanan û şerê tawankaran e. Ya girîngtir jî ew e, çawa bi awayekî wekhev û dadperwerane û di çarçoveya yasa, rêzgirtin û parastina mafên mirovan de, bi welatiyan re tevbigerin û çawa binpêker û tawanbaran derdixin pêşberî dadgeriyê.
Herwiha karmendên polîs ku nûnertiya desthilatdariyê, serweriya yasa û serweriya yasayê dikin, divê ji welatiyan re bibin mînakeke ciwan û geş a desthilatê. Bi taybetî ji ber ku rojane ji nêzîk ve pêwendiya wan a rasterast bi xelkê re heye, divê xwe di roftara xwe de ji tundî, ezyetdan, zulm û zordariyê û hemû kiryarên neyasayî dûr bigirin. Divê welatî we wekî beşek ji xwe bibînin û her du alî hevdu temam bikin ji bo armanceke hevbeş, ew jî parastina ewlehî, aramiya welat û serûmalên welatiyan e.
Xweşbextane yek ji sedemên asayîş û aramiya Kurdistanê ku bûye destkeftek û sîmayeke geş a Herêma Kurdistanê, bo hevahengî, hevkarî û pêwendiya bihêz a di navbera gelê Kurdistanê û dezgehên ewlekarî de vedigere.
Polîs û hêzên din ên ewlekariya navxweyî, nabe bi ti awayî xemsarî û nermiyê li hember tawanbaran û hemû kesên ku dixwazin aramî û asayîşa welatê me têk bidin û jiyana welatiyan bixin metirsiyê, nîşan nedin.
Nûvekirina herî dawî: 14:58:30