Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeteke nû berî hilbijartinên Iraqê bê avakirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Nîsanê pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tyler kir.

15 Avrêl 2025 - 15:42
15 Avrêl 2025 - 15:42
 0
Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeteke nû berî hilbijartinên Iraqê bê avakirin

Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û hewldanên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Herdu aliyan tekezî li ser avakirina kabîneyeke nû di zûtirîn dem de, berî hilbijartinên parlemanî yên îsal kirin.”

Herwiha diyar kir, “Herdu alî li ser pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kirin, ku divê ev yek êdî neyê paşxistin, ji ber ku zirareke mezin gihandiye dahat û budceya federal.”

Di beşek din a guftûgoyan de, tekezî li girîngiya misogerkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federal û destûrî ya Herêma Kurdistanê hate kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 221 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:24:31