Mesrûr Barzanî: Em dê bi berdewamî mafên Êzidiyan biparêzin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, “Cejna Serê Salê” ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

17 Avrêl 2024 - 06:18
17 Avrêl 2024 - 06:18
 0
Mesrûr Barzanî: Em dê bi berdewamî mafên Êzidiyan biparêzin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Serê Salê ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama pîrozbahiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got:

“Bi minasebeta Cejna Sersala Êzidiyan pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî tevahiya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê û rêzdar Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, Baba Şêx Şêx Elyas û encûmena rûhanî dikim.

Hêvî dikim bi xweşî û şadî vê cejnê derbas bikin.

Bi minasebeta hatina vê roja pîroz ya olî Êzidî vê yekê dubare dikim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştîvanîkirin û parastina maf û taybetmendiyên Êzidiyan û tevahiya pêkhateyên din yên li Kurdistanê de berdewam be.

Sersala we pîroz be û hêvî dikim her di xêr û xweşiyê de bin.”

Her sal li perestgeha Lalişê Cejna Serê Salê tê pîrozkirin û bi hezaran Kurdên Êzidî beşdarî pîrozbahiyê dibin û çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.A

Ev nûçe bi tevahî 436 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:53:29