Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeya berhemanîna eliktirîkê bi enerjiya royê datîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kevirê binyadê yê projeya westgeha berhemanîna 25 MW eliktirîkê bi enerjiya royê, li parêzgeha Hewlêrê datîne.

18 Gulan 2023 - 05:56
18 Gulan 2023 - 05:56
 0
Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeya berhemanîna eliktirîkê bi enerjiya royê datîne

Di bin çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, Wezareta Eliktirîkê îro kevirê binyadê yê projeya westgeha berhemanîna 25 MW eliktirîkê bi enerjiya royê, li gundê Minare yê parêzgeha Hewlêrê datîne.

Ev projeya bi lêçûna 100 milyon dolarî li ser rûberek 590 donim e û dê di nava salekê de were cîbicîkirin. Ev proje jîngehdost e û pêwîstiya wê dabînkirina sotemeniyê nîne û dê bi tora elektrîkê ya niştimanî ve were girêdan.

Ev nûçe bi tevahî 757 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:24