Mesrûr Barzanî: Kurdistan wek penagehekê dimîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, îro Kurdistan wek penagehek ji bo hemû wan kesan dimîne, ku ji destê tundî û çewsandinê direvin.

6 Avrêl 2022 - 06:08
6 Avrêl 2022 - 06:08
 0
Mesrûr Barzanî: Kurdistan wek penagehekê dimîne

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tevna civakî de ragihand: “Di rojeke weke îro de, di sala 1991ê de hevbeşên me hevpeymaniyeke navdewletî û erkê herî mezin ê mirovî pêk anîn, da ku rêgirî li jenosîda zêdetir li dijî gelê me bikin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Îro Kurdistan wek penagehek ji bo hemû wan kesan dimîne, ku ji destê tundî û çewsandiyê direvin û berê xwe didin Kurdistanê.”

Ev nûçe bi tevahî 783 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:02:55