Mesrûr Barzani: Mamoste di perwerdekirina nifşên me de roleke girîng dilîzin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Gulanê di peyamekê de bi boneya 63yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pîrozbahî li mamosteyan kir.

15 Gulan 2025 - 16:03
15 Gulan 2025 - 16:03
 0
Mesrûr Barzani: Mamoste di perwerdekirina nifşên me de roleke girîng dilîzin

Di peyama xwe de Serokwezîr Barzanî got: "Bi boneya şêst û sêyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, pîrozbahiyê li Serok û endamên Mekteba Sekreteriyê û tevahiya mamosteyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim."

Serokwezîr di berdewamiya peyama xwe de got: "Xebat û têkoşîna Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê û parastina wan a maf û daxwaziyên mamosteyên Kurdistanê bilind dinirxînin û rêzeke me ya mezin ji bo mamosteyên Kurdistanê heye, ku roleke girîng di perwerdekirin û hînkirina nifşên me de dilîzin."

Serokê Hikûmetê herwiha hêviya xwe anî ziman û got: "Hêvîdar im mamosteyên Kurdistanê, li ser bingeheke baş û perwerdeyeke durist û hizreke niştimanperwerî û hezkirina Kurdistanê, nifşeke dahêner û zanistxwaz û jîngehdost pê bigihînin, da ku roleke wan a karîger di pêşxistin û pêşvebirina Kurdistanê de hebe."

 

Ev nûçe bi tevahî 264 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:53:42