Mesrûr Barzanî: Nabe mûçe û debara xelkê bi pirsgirêkên siyasî re were tevlihevkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê dabeşkirina mûçeyan de peyamek belav kir û ragihand, “Nabe ti kes û aliyek li ti cihekî Herêmê li proseya dabeşkirina mûçeyan rêgir be. Divê mûçe û debara xelkê bi nakokî û pirsgirêkên siyasî re neyê tevlihevkirin.”

20 Avrêl 2023 - 09:08
20 Avrêl 2023 - 09:08
 0
Mesrûr Barzanî: Nabe mûçe û debara xelkê bi pirsgirêkên siyasî re were tevlihevkirin

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xizmeta welatiyên xwe dikin û tevî hemû astengî û fişaran jî, bi berdewam hewl didin jiyana welatiyan baştir bikin.

Di heyamên dijwar ên vîrusa Koronayê û zextên aborî yên herêmî û cîhanî de, me karî di dayîna mûçeyan û aramkirina rewşa aborî ya Herêmê de berdewam bin. Bi alîkariya Xwedê mezin û bi piştevaniya welatiyên me, em li ser xizmetkirina wan berdewam dibin û em geşbîn in ji bo baştirkirina rewşa Herêmê di hemû waran de.

Nabe ti kes û aliyek li ti cihekî Herêmê li proseya dabeşkirina mûçeyan rêgir be. Nabe mûçe û debara xelkê bi pirsgirêkên siyasî re were tevlihevkirin. Divê dahata welat ji bo xizmeta welatiyên me be û hemû kesên ku vê proseyê têk didin, divê li pêşberî xelk û yasayan berpirsyar bin.

Ev nûçe bi tevahî 473 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:56:24