Mesrûr Barzanî, Nûnerê NY'ê ya Taybet Plasschaert re hevdîtin pêkanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Mijdara 2022an, pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

24 Mijdar 2022 - 08:48
24 Mijdar 2022 - 08:48
 0
Mesrûr Barzanî, Nûnerê NY'ê ya Taybet Plasschaert re hevdîtin pêkanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê dikin.

Di civînê de rewşa giştî ya Îraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li navçeyê û girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûr û karnameya wezarî ya hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.

Di mijareke din a civînê de, her du aliyan tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê û sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê hate kirin.

Ev nûçe bi tevahî 889 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:05:00