Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a odeya bazirganiya Kildanên Amerîka û Komeleya Kildaniyan kir

Îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a odeya bazirganiya Kildanên Amerîka û saziya Komeleya Kildaniyan kir.

28 Mijdar 2022 - 09:56
28 Mijdar 2022 - 09:56
 0
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a odeya bazirganiya Kildanên Amerîka û Komeleya Kildaniyan kir

Îro 28.11.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a odeya bazirganiya Kildanên Amerîka û saziya Komeleya Kildanan a di serokatiya Martin Menna de kir û di hevdîtinê de serokê odeya bazirganiya Kildanên Amerîka û Komeleya Kildanan kurteyek derbarê kar û çalakî û projeyên xwe yên li Amerîka û Herêma Kurdistanê û Deşta Nînowa aşkera kir û amadebûna xwe ya temamî ji bo beşdarî kirina çalak di proseya avadanî û geşepêdana Kurdistanê de nîşan da.

Li beramberda Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Kurdistan, niştimanê hemûyane bi hemû pêkhateyên netewî û olên cuda ve û pêwîste em hemû hewkar û alîkar bin ji bo zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyan de.’’

Herwaha piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo daxwaziyên rewa yên Xirîstiyan û pêkhateyên cuda yên Deşta Nînowa û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê teqez nîşanda û diyar kir giringiya çareser kirina pirsgirêkên wan navçeyan di çarçoveya madeya 140 a destûrê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 388 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:01:34