Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Adil Baxewan dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke serexweşiyê arasteyî Birêveberê Navenda Fransayî ya Lêkolînan li ser Iraqê Adil Baxewan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke serexweşiyê arasteyî Birêveberê Navenda Fransayî ya Lêkolînan li ser Iraqê Adil Baxewan kir, ji ber koça dawiyê ya bavê wî.
Ev jî tekista nameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye
Rêzdar Birêveberê Navenda Fransayî ya Lêkolînan li ser Iraqê Dr. Adil Baxewan:
Ji bo koça dawiyê ya bavê we yên rêzdar, ez serexweşiyê li we dikim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide we û malbata te.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nûvekirina herî dawî: 21:25:13