Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Berçile pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

5 Berfanbar 2024 - 13:34
5 Berfanbar 2024 - 13:34
 0
Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê guftûgo dikin

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu amade bû, guftûgo derbarê pêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî û guhertinên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin kirin.

Balyozê Tirkiyeyê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinan û yekemîn rûniştina xula şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û her du alî li ser giringî û pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn.

Şer û pevçûnên li Sûriyeyê û pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê, mijareke din a guftûgoyên hevdîtinê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 355 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:54:24