Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê pêwendiyên dualî gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Berçile pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

5 Berfanbar 2024 - 13:37
5 Berfanbar 2024 - 13:37
 0
Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê pêwendiyên dualî gotûbêj dikin

Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.

Her di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser peywendiyên dualî û tekezî li ser hevahengî û pêşxistina pêwendiyan hate kirin.

Pêşhatên dawî yên li navçeyê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 459 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:17:33