Mesrûr Barzanî û Ebadî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê nîqaş kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Nesrê ya Iraqê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.

6 Cotmeh 2025 - 17:50
6 Cotmeh 2025 - 17:50
 0
Mesrûr Barzanî û Ebadî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê nîqaş kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî kir.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de “guhertin û pêşveçûnên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de” hatin nîqaşkirin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye dan ku, “Herdu aliyan girîngiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê tekez kir. Herwesa wan amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran jî nîqaş kirin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:56:00