Serok Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike
Serok Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike û tekez dike, “Êzidî pareke xweşevî û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne.”

Serok Barzanî îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir û tê de ragihand, “Bi helkefta cejna Cemayê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ arasteyî hemî Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.”
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta cejna Cemayê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî hemî Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Êzidî pareke xweşevî û neveqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Piştî wan hemî nexweşî û zehmetiyên bi serê xûşk û birayên me yên Êzidî hatîn û paşî ew rewşa neqanûnî û neasayî ya gelek sal in bi ser Şingalê û deverên wan da hatiye sepandin, ku chê nîgeraniya me ye, belê Kurdên Êzidî bi bawerî û xweragiriyeka mezin cejn û hellkeftên xwe yên olî bi aramî û azadane bi rê ve dibin.
Bi vê helkeftê ez tekez dikim ku erkê hemî aliyekî ye ji bo parastin û bihêzkirina ferheng û kiltûrê pêkvejyan û êkrêziya di navbera hemî pêkhatên olî û netewî yên kurdistanê da kar bikin.
Cejna we pîroz û di xêr û xweşiyan da bimînin.
Mesûd Barzanî
6ê Cotmeha 2025ê
Nûvekirina herî dawî: 13:29:15