Mesrûr Barzanî û Konsula Giştî ya Brîtanya civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Îlonê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave kir ku bi boneya xatirxwastinê û bidawîhatina erkên wê serdan kiribû.

25 Îlon 2023 - 09:41
25 Îlon 2023 - 09:41
 0
Mesrûr Barzanî û Konsula Giştî ya Brîtanya civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî amajedan bi pêwendiyên dostane yên dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, spasiya Konsula Giştî kir ku di heyama karê xwe de, kar ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê paşerojê de jê re xwast.

Konsula Giştî ya Brîtanyayê xweşhaliya xwe ji bo hêsankarî û hemvahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Konsulxaneya welatî xwe nîşan da.

Ev nûçe bi tevahî 1195 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:09:02