Mesrûr Barzanî û Musenna Samerayî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh 1ê Hezîranê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa giştî û dawîn guhertin û geşedanên prosea siyasî ya Iraqê de hatin kirin.
Her du alî li ser girîngiya piştgirîkirina hikûmeta federal li ser bingeha xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyên Iraqê hevnêrîn bûn. Her wiha tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê hat kirin, bi awayekî ku rêz li sîstema federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê werin girtin.
Nûvekirina herî dawî: 23:11:05