Mesrûr Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan di civînê de ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

20 Hezîran 2023 - 09:24
20 Hezîran 2023 - 09:24
 0
Mesrûr Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan di civînê de ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya û niha jî ligel Serokomarê Tirkiyê di civînê de ye.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînan de, pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê dê werin gotûbêjkirin.

Derbarê civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê de, peyamnêrê K24ê li Enqerê Azad Altun da zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser sê mijarên sereke gotûbêjan kirin, ew jî: Pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, pirsên aborî û tevgera bazirganî di navbera her du aliyan de û pêşhatên siyasî yên Iraqê û rewşa siyasî ya herêmê bi giştî.

Ev nûçe bi tevahî 959 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:00:17